Şaredariya Qamişloyê xebatên xwe û planên sala nû nirxandin

Şaredariya Gel a Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist û projeyên îsal û plansaziya sala bê nirxandin.

12 mijdar, 2025   16:09
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê îro civîna xwe ya salane li Parka Azadî ya li bajêr li dar xist. Endamên şaredariyê, nûnerên saziyên sivîl û şêniyên bajêr tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rapora salane ya şaredariyê bi kurdî û rrebî hate xwendin.

Di raporê de projeyên xizmetguzarî, rêxistinî û jîngehê yên herî girîng ên ku ji hêla şaredariyê ve di nava salê de hatine temamkirin, hatin nirxandin. Her wiha hat diyarkirin ku şaredarî dê xebatên xwe ên ji bo pêşxistina binesaziyê û baştirkirina xizmetên giştî berdewam bike.

Di civînê de, sînevizyonek der barê xebatên şaredariyê yên salekê de hat pêşandan.

Piştî sînevizyonê der barê rapora xebatên şaredariyê de nîqaş hatin kirin. Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Beşdaran xwest buhayê embêran were kêmkirin, elektrîk were peydakirin, pirsgirêka çemê Ceqceqê were çareserkirin û kolanên taxa Hilêliyê werin asfaltkirin.

Di dawiya civînê de, xebatkarên şaredariyê da zanîn ku dê xebatên xwe yên ji bo baştirkirina xizmetên giştî û peydakirina pêdiviyên şêniyan berdewam bikin.

(k)