Sembola têkoşîna azadî û rûmetê: Şehîd Diyar Şoreş

Diyar Şoreş ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê têkoşîna azadî û rûmetê da meşandin. Diyar Şoreş tevî hevreyên xwe Orghan, Gerzan û Hîwa bûn sembola têkoşîna azadiyê.

18 mijdar, 2023   03:35
QAMIŞLO
MIHEMED EBDO

Bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ew kes bûn ku ji destpêkê ve cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Yek ji wan kesan Diyar Xelîl e yê ku dev ji bîranînên pîroz û xaka xwe berneda, lê erka parastinê rûmeta welat û mîsogerkirina nirxên jiyana hevbeş girte ser xwe. Diyar heta kêliya dawîn ji bo pêkanîna van armancan tê koşiya.

JI ZAROKTIYA XWE DE JI KANIYA RAMANÊ AZAD VEXWARIYE

Diyar Xelîl sala 1997′an li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê jidayik dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku ji salên 80′î yên sedsala borî ve fikirê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye. Diyar kurê duyem e malbatê ye ku ji 6 kesan  (3 bira, xwişkek û dê û bav) pêk tê.

Dayika Diyar Xelîl, Narîman Îbrahîm destnîşan kir ku ji salên 80'î ve têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê dihatin mala bapîra wî û ev yek jê re dibû derfet da ku zarokên xwe ji nêz ve fêrî tevgerê bike.

Narîman Îbrahîm salên 90'î  di salvegera Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de, Rêber Abdullah Ocalan li Akademiya Şehîd Mahsûn Korkmaz dît. Narîman Îbrahîm diyar kir ku wê pirsên zarokên xwe yên der barê tevgerê û Rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî de dibersivandin, Diyar jî ji zaroktiya xwe de fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi rêya dayika xwe nas kiriye û heta roja şehadeta wî li ser vî fikrî dimeşiya.

DESTPÊKÊ

Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Diyar û birayên xwe Nadir û Serhed cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de digirtin. Bi destpêka şoreşê û êrişên çeteyan ên li ser Rojava re, Diyar û her sê biryarên xwe çek rakir û li hemberî çeteyan şer dikin. Diyar li ser daxwaza hevalê xwe yê bi navê Şoreş, navê (Şoreş Diyar) hildigire.

Diyar Şoreş cihê xwe di piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî êrişên li ser herêmê de girt. Ji wan pêngavan; başurê navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, şerê li Til Elo û Til Îd û Til Birakê yên sala 2013′an, pêngava parastina Serêkaniyê û Til Hemîsê yên sala 2015′an, pêngavên rizgarkirina Girê Spî û Til Temirê yên sala 2015′an, dîsa jî pêngava rizgarkirina Minbicê ya sala 2016′an, pêngava rizgarkirina Reqayê û Şengalê.

Malbata Diyar got, Diyar dixwest di eniyên pêş de be da ku bi cesareta ku ji  fikrê azadiyê girtiye, serkeftinan mîsoger bike. Her wiha anî ziman ku Diyar heta kêliya şehadeta xwe rêya bi hezaran şehîd dişopand.

Bi fermana dawîn a li ser civaka êzidî ya Şengalê ku di Tebaxa 2014′an de ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatibû kirin, Diyar û hevrêyê xwe Şoreş berî didin Şengalê da ku xelkê wê ji pencên çeteyan û xiyaneta PDK′ê rizgar bikin.

DIYAR Û ŞOREŞ JI BO HEMAN ARMANCAN ŞEHÎD BÛN

Bi fermana dawîn a li ser civaka êzidî ya Şengalê ku di Tebaxa 2014′an de ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatibû kirin, Diyar û hevrêyê xwe Şoreş berî didin Şengalê da ku xelkê wê ji pencên çeteyan û xiyaneta PDK′ê rizgar bikin.

Dayika Diyar, anî ziman ku Diyar ji destpêka avabûna YPG′ê ve bi israr û biryardarî tev lê bû, armanca wî ew bû ku gelê ji tevliheviya li herêmê rizgar bike. Her wiha diyar kir ku piştî şehadeta hevreyê wî Şoreş di pêngva rizgarkirina Şengalê de, îsrara Diyar xurtir bû.

Li gorî hevjîna şehîd Diyar, Avesta Xelîl şehîd Diyar her tim digot  ew ji bo parastina welêt û xwedîderketina li banga wî amade ye.

PIŞTGIRÎ DIDA JINAN Û MAFÊN WAN

Narîman Îbrahîm wiha domand: “Diltenikiya Diyar yek ji taybetmendiyên wî bû, piştî tev li YPG’ê bû û perwerde dît ev taybetmendiya wî ji bo dayik û xwişka xwe ya biçûk zêdetir bû. Wî di hemû rewşan de destek dida malbatê.”

Avesta Xelîl diyar kir ku Diyar bi hevjiyan azad a li ser esasê rêzgirtina li hemberî hev din bawer bû û got: "Diyar kesayeteke xurt bû, berdêl çi ba jî piştgirî dida heqiyê. Têkiliyên me li ser vî bingehî hatibûn avakirin."

Avesta mînakek van têkililyan bi bîr xist û got, ′′Di sala 2019’an de ji bo rêzgirtina li hemberî şehîdên berxwrdana Serêkaniyê re, me li hev kir ku em dawetê nekin, me tenê wêne kişandin.”

"JIBÎRKIRIN XIYANET E "

Narîman Îbrahîm bi bîr xist ku Diyar her tim hevoka 'Jibîrkirin xiyanet e′ ya Rêber Abdullah Ocalan dianî ser ziman da ku bîranîna şehîdan bimîne û got: ′′Em jî vê mîrasê diparêzin û em fedakariya şehîdan ji bîr nakin. Em ê rêya şehîd Diyar û hemû şehîdên azadiyê bişopînin."

Di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê di 2021'an de dîmeneke şehîd Diyar Şoreş belav bû ku tê de dibêje "Jibîrkirin xiyanet e′′.

4'ê Tebaxê an ku di salvegera 9'ê ya êrişên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Şengalê de, şehîd Diyar Şoreş tevî her sê hevrêyên xwe re, Gerzan Qamişlo (Berzan Şêxmûs), Hîwa Qamişlo (Ehmed Simo) û Orhan Qamişlo (Aram Îbrahîm) di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyan wan de şehîd bûn.

(mh)

ANHA