‘Xweparastin garantiya yekitî û ewlehiya civakê ye’

Pêkhateyên bajarê Çilaxayê diyar kir ku dê li hemberî êrişan û planên fitne û provokasyonan xeta xweparastinê berdewam bikin.

‘Xweparastin garantiya yekitî û ewlehiya civakê ye’
17 tebax, 2025   06:25
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve xwe di binê sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve de bi rêxistin kiriye, xeta xweprastinê esas girtiye. Tevî êriş û hewldanên derxistina fitneyan jî hevgirtina xwe parastine.

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Çilaxa nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Şêniyê bi navê Xorşîd Delî got: "Ji destpêka şoreşê ve me li hemberî terora DAIŞ û êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker xeta xweparastinê hilbijartine. Bi saya vê xetê me destkeftiyên berbiçav bidest xistine û ewlehiya herêmên xwe parastine, ji ber ku gelê ku xwe biparêze nemumkin e were qedandin."

Xorşîd Delî anî ziman ku Sûriye di pêvajoya jinûve avakirinê re derbas dibe û wiha pê de çû "Divê tevahî gel li hemberî daxuyaniyên provokatîf û fitneyên ku ji aliyê derve ve têne plankirin, bi yekitiya xwe ve girêdayî bin. Rêxistinbûyîna li ser esasê xweparastin û şerê gel ê şoreşger rêya herî guncaw a têkbirina van planan û parastina destkeftiyên şoreşê ne."

Şêniya bi navê Mehabad Ebdullah jî da zanîn ku di şeran de her tim jin wek xenîmet tên bikaranîn, lewre jî xweparastin li hemberî tevahî sûc û binpêkirinan pêdiviyek e.

Mehabadê bi bîr xist ku ji destpêka şoreşê ve jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî feraseta desthilatdar a ku wan dike hedefa şer, xweparastin esas girtine û bi hevkariya bi YPJ û QSD’ê xwe û civaka xwe parastin.

Mehabad Ebdullah di dewama axaftina xwe de bal kişand ser komkujî û revandina ku li Şengal, perava Sûriyeyê û Siwêdayê li dijî jinan hatine kirin û ev bang kir: "Ji Şengal, peravê û Siwêdayê jin ji aliyê komên terorîst ên tekfîrî ve hatin revandin û qetilkirin, çarenûsa bi hezaran jinan jî nayê zanîn. Ji ber vê yekê divê em xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Ji ber ku xweparastin mîsogeriya hebûn û azadiya me ye."

Jina bi navê Firyal Qesûm jî bang li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hemberî êrişên ku di radeya yekemîn de jin û zarokan dikin hedef, xwe li gorî xeta xweparastinê bi rêxistin bikin.

Firyalê îşaret pê kir ku têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de ji sedên salan ve û ji dema ku di bin sîwana projeya neteweya demokratîk ve bûne yek ve, ev têkilî xurttir bûne. Firyal bi bîr xist ku pêkhateyên herêmê bi hev re şerê parastina ewlehiya herêmê kirine û canê xwe feda kirine.

Firyal Qesûm anî ziman ku kesên dixwazin fitneyê derbixin û pêkhateyan li hemberî hev sor bikin, dixwazin ji bo berjewendiyên xwe tevna civakî xirab bikin û li Sûriyeyê parçe bikin. Firyal di dawiya axaftina xwe de got: "Em ji van hewldanan hişyar in. Em ê heta nefesa dawîn xwe û destkeftiyên xwe biparêzin.”

(bb)

ANHA