Li Hesekê zarokekî 3 salî bi kêrê hate qetilkirin

Li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê zarokê bi navê Mihemed Salim El Îsa (3) bi kêrê hate qetilkirin. Lê sedem û kê ew qetil kiriye, heta niha ne diyar e.

Li Hesekê zarokekî 3 salî bi kêrê hate qetilkirin
16 tebax, 2025   21:10
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku zarokê bi navê Mihemed Salim El Îsa (3) bi kêrê hatiye qetilkirin. 

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye. Lê heta niha kê zarok qetil kiriye û sedem çi ye, nehatiye zanîn.

Şêniyên bajêr ev bûyer şermezar kir û ji bo ku detayên bûyerê bilez werin zanîn û hesab ji sûcdaran bê pirsîn, bang kirin.

(şx)

ANHA