Şêniyên Qamişloyê: Naskirina sertîfîkayên Rêveberiya Xweser gaveke erênî ye

Şêniyên Qamişloyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya naskirina sertîfîkayên dibistanên Rêveberiya Xweser erênî nirxand. Şêniyan daxwaza naskirina bawernameyên zanîngehên Rojava jî kir û xwest zimanê kurdî wekî zimanekî fermî were pejirandin.

Şêniyên Qamişloyê: Naskirina sertîfîkayên Rêveberiya Xweser gaveke erênî ye
23 hezîran, 2026   04:09
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di 19`ê Hezîranê de Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryarek da ku sertîfîkayên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, nas bike. Ev biryar ji hêla şêniyên Qamişloyê ve erênî hat nirxandin.

Nivîskar Şems Enter got: "Gelê me yê Kurd bi sedan salan ji bo zimanê xwe têkoşîn kiriye û têkoşînê dide. Îro, Kurdên li Rojava û Sûriyeyê gihîştine qonaxek pêşketî, biryarên ku sertîfîkayên m dipejirînin derdikevin. Ev gaveke pir baş e, bi taybet ji bo xwendekarên ku hewlên mezin dane da ku westana wan vala neçe."

Şems diyar kir ku ev gav, tevî girîngiya xwe, têrê nake û da zanîn kir divê zimanê Kurdî li seranserê Sûriyeyê bibe zimanek fermî di destûrê de.

Ridwan Reşîd jî destnîşan kir ku naskirina perwerdeya Kurdî di encama fedekariyên mezin ên di salên Şoreşa Rojava de hatine kirin de pêk hatiye û got, "Qebûlkirina sertîfîkayên rêveberiya xweser ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve ji bo me gavek erênî ye ji ber ku em beşek ji gelên vê axê ne û mafê me ye ku saziyên me yên perwerdeyê werin naskirin."

Der barê mijarê de Mehfûza Yûsif jî rave kir ku ji dema vebûna dibistanan ve, tevî gumanên li ser siberoja wan, wê israr kiriye ku zarokên xwe bi zimanê Kurdî perwerde bike.

Mehfûzayê got: "Gelek kesan ji me pirsîn çima em zarokên xwe dişînin dibistanên Kurdî, lê me mafê zarokên xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê girt. Îro, em piştî pejirandina van sertîfîkayan kêfxweş in."

Fewziya Ramadan jî diyar kir ku ziman bingeha nasname û çandê ye û bal kişand ser girîngiya pêşxistin û baştirkirina rêbazên perwerdeyê û got: “Em ji biryara pejirandina sertîfîkayên Rêveberiya Xweser kêfxweş in da ku hewldanên xwendekaran vala neçin. Em hêvî dikin ku rêbazên xwendinê bêtir pêş bikevin û zimanê kurdî cihê xwe yê rast bigire.”

Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku vê gavê temam bikin û bawernameyên zanîngehên Rojava jî nas bikin, her wiha zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de wek zimanekî fermî were bicihkirin.

(k)

ANHA