Li Berlîn û Zurîhê çalakiyên protestoyî

Êrişa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, li Berlîn û Zurîhê hate şermezarkirin.

Li Berlîn û Zurîhê çalakiyên protestoyî
26 adar 2024   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişa komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, li paytexta Elmanyayê Berlînê û Kantona Zurîhê ya Swîsreyê hate şermezarkirin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan yên li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav-Berlînê li ber Konsolxaneya Belçîkayê hatin ba hev, êrişên komeke faşîst a li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û got: “Li Belçîkayê di encama êrişên nijadperestan de 6 Kurdistanî birîndar bûn û birîna 2 ji wan giran e. Em hemû dizanin ku li pişt van êrişan dewleta Tirk heye. Em bang li dewleta Belçîkayê û dewletên Ewropayê yên ku li hemberî van êrişên nîjadperest tedbîrên xwe negirtin û guh nedan wan dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK), PYD-Berlîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) jî daxuyanî hatin dayîn.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Hoch die Internationale solidarität” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.

ZURÎH

Li Kantona Zurîh a Swîsreyê jî êrişa nijadprest bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Girseya gel a li ber stasyona trenê ya navendî ya Zurîhê hatin ba hev, êrişa li Belçîkayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê TCŞ’ê Hogir Bagok ve hat xwendin. Bagok diyar kir ku çeteyên AKP-MHP’ê bi armanca şewitandina mala ku malbata Kurd lê dima, hewl dan hovîtiyê bikin û got: “Ev êriş, êrişa li dijî ruhê Newrozê ye. Bê guman em ê weke ciwanên TCŞ'ê û gelê Kurdistanê bersiva êrişê bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Terorîst Tirkiye” û “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.