Wezîrê Şer ê DYAˊyê: Wê êriş li tevahiya Îranê zêde bibin

Wezîrê Şer ê DYAˊyê Pete Hegseth diyar kir ku nû dest bi şer dikin û dê êrişên li dijî Îranê zêde bibin. Fermandarê Amerîkî Caîne jî got ku dê bi awayekî qedemeyî heta kûrahiyên Îranê êrişan pêk bînin.

Wezîrê Şer ê DYAˊyê: Wê êriş li tevahiya Îranê zêde bibin
4 adar, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê zêde dibe. Wezîrê Şer ê DYAˊyê Pete Hegseth der barê pêşketina heyî de daxuyaniyek da û têkildarî şer agahî dan. Hegseth got ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dê zêdetir bibin û hêzên Amerîkî niyet dikin ku operasyona xwe bi lez bidomin.

Hegseth anî ziman ku niyeta Washingtonê nîn e ku operasyonan kêm bike, lê berevajî wê plan dike ku êrişan zêde bike. Hegseth wiha axivî, “Me hêj tenê dest pê kir. Em li şûna ku hêdî bikin, zêdetir diçin pêş. Di demek kapasîteya Îranê her saet kêm dibe de, hêza Amerîkayê jî her ku diçe zêdetir dibe.”

Wezîrê Şer Hegseth diyar kir ku di rojên nêz de bombebaran û balafirên şer yên din dê bişînin herêmê Hegseth daxuyand ku piştî hêzên Amerîkî kontrola esmanî bi dest xistin, dê balafirên wan bikarin bi awayekî berfireh bombên hêsas bikar bînin.

Li gorî daxuyaniya Hegseth, hêzên Amerîkî niha plan dikin ku bombên hêsas ên bi rêberiya lazer û GPS bikar bînin. Hegseth derbirî ku di envantera Amerîkayê de gelek bombeyên bi cureyên cuda hene û dikarin li dijî Îranê bên bikaranîn.

Fermandarê Hêzên Hewayî yê DAYˊê General John D. Caîne jî daxuyaniyên wekî Wezîrê Şer ê DYAˊyê dan û got ku dê êrişên xwe zêde bikin. Caîne derbirî ku plana wan ew e ku gav bi gav êrişan ber bi hundirê Îranê ve bibin.