Wezîrê Lubnanê: Dibe ku zirara şer 8 milyar dolar derbas bike

Wezîrê aboriyê yê Lubnanê got dibe ku zirara ji ber şer 8 milyar dolar derbas bike û diyar kir ku bandorên şer qada hilberînandin, binesaziya bingehîn û buhayan jî digire nav xwe.

Wezîrê Lubnanê: Dibe ku zirara şer 8 milyar dolar derbas bike
2 tîrmeh, 2026   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê aboriyê yê Lubnanê Umer El Besat ku ji tora Al Arabiya re axivî, got tê texmînkirin xisarên şerê vê dawiyê 8 milyar dolar derbas dike. 

El Besat têkildarî zirarên ku bûne ev agahî dan: "Çalakiyên aboriyê bi paş ketin, tesîsên hilberandinê hatin girtin, qada çandiniyê zirar dît, kar ji dest çûn, geştiyarî bi paş ket, bi taybetî li başûrê Lubnanê, taxên başûrê Beyrûtê û Bîqaayê wêraniyeke mezin li yekîneyên niştecihbûnê û binesaziyê bû."

Umer El Besat anî ziman ku hikumet bi armanca jinûve avakirinê, bi alîkariya sektora taybet û biyaniyan, planên alîkariyê û deynên ji Banka Cîhanê têne wergirtin, dixebite.

El Besat aşkera kir ku ji ber kêmbûna dahatan derfetên dewletê sînordar in.

Umer El Besat da zanîn ku ji bo bidestxistina piştgiriya erebî û navneteweyî pêwîstî bi pêkanîna reformên darayî û siyasî heye. Der barê van reforman de jî bal kişand ser van xalan: "Pêdivî bi sepandina desthilatdariya dewletê, sînordarkirina çekan di destê wê de, xurtkirina kontrola li ser deriyên sînor, têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê heye ku bingehên avakirina aboriyeke mayînde ne."

(bb)