Têkiliyên Sûriye bi Lubnan û Iraqê re û hewldanên aramkirinê

Têkiliyên Sûriyeyê bi Lubnan û Iraqê re nirxandin. Her wiha cih dan dan û standinên nerasterast ên di navbera DYA û Îranê de û derfetên aramkirinê.

Têkiliyên Sûriye bi Lubnan û Iraqê re û hewldanên aramkirinê
2 tîrmeh, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî têkiliyên Sûriye û Lubnanê nûçeyekê bi sernavê "Lubnan bi erêkirina Komîteya Bilind a Hevpar a Lubnan–Sûriye pêşwaziya El Şeybanî dike" weşand.

Hate gotin, hikumeta Lubnanê ber bi pejirandina pêşnumyê peymana avakirina Komîteya Bilind a Hevpar a Lubnan–Sûriyeyê ve diçe û ev komîte dê li şûna Meclisa Bilind a Lubnan–Sûriyeyê were damezrandin.  Rojnameyê ev gav wekî çarçoveyek nû ji bo rêxistinkirina têkiliyên her du welatan ên li ser bingeha rêzgirtina serweriya her du dewletan û destnewerdana di kar û barên navxweyî yên hev de" bi nav kir.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku pêşkêşkirina vê peymanê li Meclisa Wezîran, hemwextî serdana Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Eshed El Şeybanî, bo Beyrûtê tê kirin. Hate destnîşankirin ku El Şeybanî dê bi rayedarên payebilind ên Lubnanê û hejmarek kesayetiyên siyasî û olî re hevdîtinan bike. Rojnameyê ev serdan wekî "ceribandineke pratîkî ya pêvajoya têkiliyên nû yên di navbera her du welatan de" nirxand.

‘ÇIMA IRAQÎ ÇÛN ŞAMÊ?‘

Têkildarî Sûriye-Iraqê jî, rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku serdana ku rayedarên payebilind ên Iraqê li Şamê kiribûn, nîşana guherînekê di xwezaya têkiliyên her du welatan e. Her wiha da zanîn ku serdan bi armancên ewlehî û aborî, di serî de ewlekirina sînorê hevpar, zindîkirina projeyên veguhestin û enerjiyê, girêdana Iraq bi bendên Deryaya Spî re bi rêya Sûriyeyê pêk hat.

Rojnameyê bal kişand ser vê xalê ku "nêzîkbûna di navbera Bexda û Şam de li gel guhertinên herêmî tê kirin, ku rêxistina nû ya torên veguhestin û bazirganî û amadekariyên ji bo qonaxa piştî kêmkirina hebûna hêzên leşkerî yên navneteweyî li Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne." Li gorî rojnameyê, ev rewş hewcedariya hemahengiya ewlehî û aborî ya di navbera her du aliyan de zêdetir dike.

‘LIHEVKIRINEKE NAZIK LI SER AVA HURMUZÊ‘

Rojnameya En Nehar jî ku bal kişand ser peywendiyên nerasterast ên di navbera DYA û Îranê de, diyar kir ku ev dan û standinên niha ne lihevhatineke dawî ne, lê wekî ‘‘hewldanek ji bo birêvebirina tengezariyê û astengkirina belavbûna wê ber bi pevçûnek firehtir ve‘‘ pênase kir.

 Rojnameyê her wiha diyar kir ku nakokiya li ser ewlehiya Tengava Hurmuzê û dosyeya pereyên Îranê yên hatine cemidandin hîn jî astengeya sereke li pêş her lihevhatineke giştî ye. Hate gotin, di demekê de ku nebûna baweriyê di navbera Washington û Tehranê de hîn jî berdewam e, navbeynkarîyên herêmî dixebitin ku lihevhatinên destpêkê veguherînin gavên pratîkî.

(bb)