Wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Ebdullahiyan serdana Şamê kir û di bi rayedarên hikumeta Şamê re hevdîtinê pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê ye
8 nîsan, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve ya Îranê Hisên Ebdullahiyan û şandeyeke pê re, gihaşt Şamê.

Li gorî rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad pêşwaziya Ebdullehiyan dike û dê hevdîtin pêk werin.

Çavkaniyan diyar kir ku her du alî dê bandora êrişa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê, têkiliyên dualî û rewşa li Xezayê nîqaş bikin.

(bb)