Hejmarên partiyên Başûrê Kurdistanê aşkera bûn

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hejmarên partî û hevpeymanan ên ji bo hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê aşkera kirin  û diyar kir ku ji hejmar ji 101’ê heta 169’an in.

Hejmarên partiyên Başûrê Kurdistanê aşkera bûn
8 nîsan, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar e di 10’ê Hezîranê de hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê li dar bikevin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li ofîsa xwe ya li Bexdayê hejmarên partî û hevpeymanan ên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê aşkera kirin.

Hate diyarkirin ku hejmar ji 101’ê dest pê dikin û heta 169’an bi dawî dibin û hejmara hinek hevpeyman û hizbên ji bo hilbijartinê wiha ne: YNK 129, Goran 114, Eniya Gel 169.