Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo cejnê tedbîrên parastinê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Remezanê tedbîrên parastinê girtin û bang li welatiyan kir ku li gorî van tedbîran tev bigerin.

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo cejnê tedbîrên parastinê
8 nîsan, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de cejna Remezanê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin û bang li welatiyan hate kirin ku ji bo parastina berjewendiyên giştî li gorî van tedbîran tev bigerin:

- Ji roja duşemê (8’ê Nîsana 2024’an) saet 18.00’an de heta roja pêncşemê 11’ê Nîsana 2024’an saet 00.00’an qedexe ye, kamyon û sarîcên mezin û navîn derbasî bajar û bajarokan bibin.

- Ji roja duşemê (8’ê Nîsana 2024’an) saet 18.00’an heta roja pêncşemê (11’ê Nîsana 2024’an) saet 18.00’an ve, deriyên sînor li pêşiya tevgera bazirganiyê tên girtin û derbasbûna erebeyan qedexe ye. Her wiha deriyên sînor ji bo tevgerên kesan vekirî dimînin.

- Ji roja duşemê (8’ê Nîsana 2024’an) saet 18.00’an heta roja pêncşemê (11’ê Nîsana 2024’an) saet 00.00’an ve tevgera motorsîklêtên sivîl û leşkerî qedexe ye.

- Teqandina fîşekên hewayî û bikaranîna çekan qedexe ne.

(bb)