Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ceza 12 şîrket û keştiyan birî

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ji ber ku petrola xam û gaza rohn a Îranê li şûna Pasdarên Îranê û Hizbullahê veguhastine Sûriye û rojhilatê Asyayê, ceza li 12 şîrket û keştiyan birî ku hin ji wan ên Sûriyeyê ne.

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ceza 12 şîrket û keştiyan birî
26 îlon, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Gencîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wê ceza li zêdetirî 12 şîrket û keştiyan biriye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 4 keştiyên girêdayî fîloya Ebid El Celîl El Mellah ê sûriyeyî ceza biriye û di nava wan de keştiyeke birayê wî Luey El Melah heye. 

Luey El Melah çarşemê derbasî nava lîsteya cezayan a DYA’yê hatibû kirin.

Wezaretê diyar kir ku her du bira "împaratoriya xwe ya barkirinê" ji bo piştgiriya tevgerên Îranê û wekîlên wê bi kar aniye.

Berpirsê wekîlê kar û barên terorîst û îstixbarata malî ya Wezareta Gencîneyê Bradley Smith di daxuyaniyê de got: "Îran bi rêya Pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê heta radeyeke mezin xwe dispêre firotina nerewa ya petrol û gaza rohn a petrolê ji bo ku wekîlên xwe yên terorîst fînanse bike."

Washington, Parîs û Berlînê beriya 2 hefteyan bi tawana "hinartina moşekên balîstîk ji Rûsyayê re" cezayên din li Îranê birîbûn.

DYA’yê biryara cemidandina 6 milyar dolarên li Qeterê derxistibû ku dê ji Îranê re bihatina veguhastin û ev biryar 30`ê Mijdara 2023`yan ji aliyê Kongreya DYA’yê ve hatibû erêkirin.

(şx)