Li Girê Spî erebeyeke çeteyan hat teqandin

Li bajarê Girê Spî erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat teqandin.

Li Girê Spî erebeyeke çeteyan hat teqandin
26 îlon, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, bombeyek di erebeya çeteyên "Polîsên Sivîl" ên girêdayî artêşa Tirka  dagirker de hatibû bicihkirin, teqiyaye.

Çavkaniyan diyar kir ku erebe li ser rêya Elî Baceliyê-Eyn Îsayê hat teqandin.

Heya niha nehatiye zanîn bê ka kuştî hene ya na.

(bb)

ANHA