Wêjevan Fewaziya El Mirî wefat kir

Wêjevan, helbestvan û endama Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Fewziya El Mirî di 76 saliya xwe de wefat kir.

Wêjevan Fewaziya El Mirî wefat kir
Wêjevan Fewaziya El Mirî wefat kir
18 adar, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wêjevan, helbestvan û endama Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Fewziya El Mirî duh êvarê li bajarê Reqayê wefat kir.

Fewaziya El Mirî 1’ê Sibata 1948’an de li taxa Himêdiyê ya Reqayê ji dayik bûye. Fewziya El Mirî ku 9 berhemên wê yên çapkirî di warê helbest û kurteçîrokan de hene, gelek caran li ser asta Sûriyeyê xelat wergirtine.

Fewaziya El Mirî ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû xelatkirin û ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê spasname wergirtiye.

Fewziya El Mirî ku ji zarokatiya xwe ve dest bi helbestvaniyê kiribû, di sala 2005’an de yekemîn saziya çandê ku ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin li kantona Reqayê vekir. Sazî bala wêjevan û rewşenbîrên ji Sûriyeyê û tevahî cîhana Ereban kişand. Di saziyê de hejmarek wêjevan û ronakbîr mîna Mehmûd Derwîş û Ebdulwehab El Mesîrî hatibûn xelatkirin.

Bi bestpêka aloziya Sûriyeyê re (2011’an) xebatên saziya çandê sekinin.  Çeteyên DAIŞ’ê ku sala 2014’an Reqayê dagir kiribû, mala Fewziya û pirtûkên wê şewitandin. Lê ruxmî vê yekê jî Fewziya dest ji nivîsê berneda.

Piştî rizgarkirina Reqayê, Fewziya El Mirî ji kêşên pêşîn bû ku beşdarî çalakiyên çandî bû û ji bo gelek civîn û kongreyên ku li Reqayê dihatin lidarxistin, dihat vexwnedin.

Merasîmê veşartina cenazeyê Fewziya El Mirî îro saet 12.00’an li bajarê Reqayê tê lidarxistin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji ber wefata Fewaziya El Mirî peyama sersaxiyê da. Di peyamê de hate gotin: "Me bi êş û xemgîniyeke mezin agahiya wefata wêjevan û helbestvan Fewaziya El Mirî bihîst. Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya em sersaxiyê ji malbata wê û ji xwe re dixwazin. Fewziya El Mirî yek ji kesayetên jin e ku di warê helbest û wêjeyê de mohrek û dîrokeke tijî li du xwe hiştiye."

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Reqayê jî peyama sersaxiyê da û wiha got: "Keça Reqayê Fewaziya El Mirî bedewiyek da wêjeyê. Di nava zor û zehmetiyan de ji bo vê wêjeyê têkoşînek mezin da meşandin. Bi hemû hêza xwe bi cîhana xwe ya wêjeyî ya efsûnî ve girêdayî bû. Tevî zextên civakê jî helbestvan û nivîskar di salên jiyana xwe de ji bo pêşxistin behreya xwe ji zarokatiya wê ve derketiye tê koşiya. "

(bb)