Rojnameyên erebî: Hate pêşniyarkirin ku civînên Komîteya Destûrî li Riyadê li dar bikevin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da serdana nûnerê NY’yê yê Sûriyeyê ya li Şamê, şerê li Xezayê û dosyaya desteka leşkerî ya ji bo Hûsiyan.

Rojnameyên erebî: Hate pêşniyarkirin ku civînên Komîteya Destûrî li Riyadê li dar bikevin
18 adar, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten nûçeyek bi sernavê "Pêşniyara ku tora 9’an a destûrê li Riyadê be" weşand. 

Agahiyên di nûçeyê de ji dîplomatên li Şamê hatine wergirtine û wiha hate gotin: "Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen, pêşniyar kiribû ku li paytexta Kenyayê Naîrobiyê civînên 9’emîn ên ’Komîteya Destûrî’ werin lidarxistin, lê Moskovê ev pêşniyar red kir. Moskov û hin dewletên Ereban li hev kiribû ku civîn li Bexdayê werin lidarxistin, lê ev pêşniyar jî ji aliyê Washingtonê ve hat redkirin."

Hate diyarkirin ku Pedersen serdana Şamê kiribû da ku wê îqna bike ku civînên "Komîteya Destûrî" li Cinêvê werin lidarxistin. Hate destnîşankirin ku Şam û Moskovê qebûl nekir civîn li Cinêvê werin lidarxistin ku wekî "devereke nebêalî" dinirxînin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Pedersen di civînên xwe yên li Şamê de pêşniyara ku civînên ’Komîteya Destûrî’ li Riyadê pêk werin, kiribû û dibe ku ev pêşniyar pêk were.”

‘NETANYAHU JI WASHINGTONÊ RE: EM ÇI DIXWAZIN EM DIKIN’

Rojnameya El Exbar El Lubnaniye bal kişand ser hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê. Di nûçeyê de hate gotin ku şande ji Misir, DYA û Îsraîlê, li gel şandeya Qeterê diçin Dewhayê. Hate diyarkirin ku rojeva pirsgirêka dîlgirtiyan û mijara vegerandina penaberên ji bakurê Xezayê, rojevên civînê ne.

Li gorî nûçeyê; ruxmî ku Netanyahu soz dane jî, lê rayedarên Misirê hîn jî bi fikar in.

‘DYA RÛ BI RÛYÊ ENCAMÊN SISTBÛNA XWE YA DI RAWESTANDINA ŞANDINA ÇEKÊN ÎRANÊ BO HÛSIYAN DE YE’

Rojnameya Ereb cih da qaçaxçîtiya çekan a ji bo Hûsiyan. Di nûçeyeke rojnameyê de hate gotin: “Mijara qaçaxçîtiya çekan ji bo koma Ensarullah El Hûsî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûye rojev, nemaze ku ev çek li korîdora Deryaya Sor, Bab Mendeb û Kendava Eden li dijî tevgera bazirganiya navneteweyî tên bikaranîn."

Rojnameyê cih daye raporeke DYA’yê ku bale dikişîne ser lawaziya hewldana DYA’yê ji bo rêgirtina li ber bidestxistina çekên pêşketîtir ji aliyê Hûsiyan ve û hate gotin: “Rêveberiya Joe Biden kar dike da ku hewlên xwe ji bo çavdêrî û rêgirtina li ber çekên Îranê yên ku bi qaçaxî derbasî Yemenê dibin, zêde kirine."

(bb)