Li dijî bajarê Îlat ê Îsraîlê êrişeke bi moşekan

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bajarê Îlatê yê li beramberî Kendava El Eqebeyê, êrişeke hewayî ya bi moşekan hatiye kirin.

Li dijî bajarê Îlat ê Îsraîlê êrişeke bi moşekan
18 adar, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku vê sibehê li bajarê Îlatê yê li beramberî Kendava El Eqbeyê êrişeke hewayî hatiye kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir: "Hedefeke hewayî ya biguman ku ji Deryaya Sor derbas bû û kete xaka Îsraîlê, li başûrê bajarê Îlatê ket. Hedef ji aliyê hêzên hewayî ve hat şopandin û tu zirar çênebû.”

(bb)