Wê Rejîma Îranê 4 girtiyên Kurd bidarve bike

Dadgeha Bilind a Îranê vezayê darvekirinê ku ji bo girtiyên Kurd ên bi navê Muhsîn Mazlum, Mihemed Faramerzî, Wafa Azerbar û Pêjman hatibû birîn, erê kir û dê werin darvekirin.

Wê Rejîma Îranê 4 girtiyên Kurd bidarve bike
7 ÇILE, 2024   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên Kurd ên bi navê Muhsîn Mazlum, Mihemed Faramerzî, Wafa Azerbar û Pêjman 6 meh berê li Îranê hatibûn girtin û cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Cezayê darvekirinê ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û dê werin darvekirin. Girtiyên Kurd bi îdiaya “Hevkariyê bi Îsraîlê re dikin” tên tawanbarkirin. Hat zanîn ku destûr nayê dayîn ku girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.