’Têkoşîn wê bidome heta hesab ji faîlên komujiyên Parîsê were pirsîn’

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê soza parastina mîrasa şehîdên komujiya Parîsê da û got: "Em ê bi şev û roj bi hemû enerjiya xwe bixebitin da hesab ji faîlên her du komkujiyên Parîsê were pirsîn."

’Têkoşîn wê bidome heta hesab ji faîlên komujiyên Parîsê were pirsîn’
7 ÇILE, 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi munasebeta salvegera 11’an a komkujiya yekemîn a Parîsê daxuyaniyeke nivîsekî weşand.

Di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Her wiha soza şopandina xeta wan û parastina destkeftiyên wan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz hat kirin û hate gotin: "Şoreşger Kurd Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran û celadên wê mohra xwe li rûpelên dîroka mirovahiyê xist. Şehîd Sakîne Cansiz îsbat kir ku jina azad hêza rasteqîn e a ku dê hêza dagirkeran têk bibe û dawî li hebûna wan bîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi qetilkirina her sê jinên pêşeng xwest nameyeke zelal bide ku tevahî jinên têkoşer ên ku dane ser xeta wan bitirse. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Lê ev name îsrara têkoşînê zêdetir kir, bi hezaran jinan rêwîtiya têkoşîna şehîd Sakîne û hevalên wê ya li hemberî dewleta Tirk û siyasetên wê yên faşîst didomînin."

Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê got, jin dê bi hevgirtin û yekitiya xwe li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha bang li civata kir ku zextê li dewleta Fransayê bike bila her du komkujiyên Parîsê ronî bike û hesab ji faîlan bipirse.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hat diyarkirin: "Em qet ji bîr nakin û efû nakin. Em ê bi şev û bi roj bi hemû enerjiya xwe bixebitin ta hesab ji faîlên komujiyê bê pirsîn."

(bb)

ANHA