Wê Newroza Qamişloyê li Stadyûma 12ˊê Adarê bê pîrozkirin

Komîteya amadekar a Newrozê ragihand ku wê şahiya Newrozê ya bajarê Qamişloyê di Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê de bê pîrozkirin.

Wê Newroza Qamişloyê li Stadyûma 12ˊê Adarê bê pîrozkirin
20 adar, 2026   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya amadekar a Newrozê ji bo şahiyên Newrozê yên li herêma Cizîrê daxuyaniyek dabû. Daxuyanî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin. Endama komîteyê Şêrîn Dawûd daxuyanî xwend.

Komîteyê da zanîn ku ji ber sedemên hewayê û heriyê şahiyên Newrozê yên bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê hatin taloqkirin û wê di 24ˊê Adarê de saet 11.00ˊan de pîrozbahî bên lidarxistin.

Li gorî komîteya amadekar, wê şahiya Newrozê ya Qamişloyê li Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê bê pîrozkirin.

Wê sibe (21 Adar) li bajarên Dêrik, Amûdê û Girgê Legê yên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.

(fr)

ANHA