Wê li Urdunê konferanseke navneteweyî têkildarî Xezayê were lidarxistin

Urdun amadekariyên lidarxistina konferanseke navneteweyî der barê Xezayê de dike. Tê pêşbînkirin ku konferans 11'ê Hezîrana bê li dar bikeve.

Wê li Urdunê konferanseke navneteweyî têkildarî Xezayê were lidarxistin
31 gulan, 2024   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Qraliyetê ya Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku Urdun di çarçoveya xwedîderketina li banga mirovî ya ji bo Xezayê de, amadekariyê lidarxistina konferanseke navneteweyî dike. 

Hat diyarkirin ku konferans dê bi hevkariya Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) 11'ê Hezîranê li dar bikeve.

Her wiha dîwanê destnîşan kir ku armanc ji konferansê "xwedîderketina li banga mirovî ya ji bo Xezayê û diyarkirina rêbazên xurtkirina helwesta civata navneteweyî ya li hember karesta mirovî ya Xezayê" ye.

Konferansa bi vexwendina qiralê Urdunê, Ebdullah El Sanî, serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û sekreterê giştî yê NY'ye Antonio Guterres dê li ser asta serokên dewletan, serokên hikumetan û serokên rêxistinên mirovî yên navneteweyî pêk were.

(mh)