Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raid El Nezal 29’ê Gulanê ji ber krîza dil şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
31 gulan, 2024   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endamê xwe yê bi navê Raid El Nezal daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Firatê Raid El Nezal 29’ê Gulanê dema erka xwe ya parastina gel û xaka xwe bi cih dianî di encama krîza dil de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Raid bi dilekî tijî hezkirin û dildarê welatê xwe tev li refên hêzên me. Şehîd Raid endamekî jêhatî û çalak bû.  Bi îradeyeke xurt erka xwe bi dildarî pêk dianî, ta rêwîtiya xwe ya têkoşînê dawî kir û gihaşt asta şehadetê."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbata şehîd Raid re hat xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd Raid El Nezal de wiha ne:

Nav û Paşnav: Raid El Nezal

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Beşîr

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Eyn Îsa-21-05-2022

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa-29-05-2024.

(bb)

ANHA