Vegera koma sêyemîn a efrîniyan taloq bû

Li gorî agahiyên me di 5’ê Nîsanê de ji Meclisa Koçberan a Efrîn û Şehbayê wergirtibûn, dê 8’ê Nîsanê koma sêyemîn a ji 200 malbatan pêk tê, vegeriya Efrînê. Lê li gorî agahiyên me bi dest xistine roja çûyînê taloqî rojên pêş bûye.

Vegera koma sêyemîn a efrîniyan taloq bû
7 nîsan, 2026   10:52
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên me di 5’ê Nîsanê de ji Meclisa Koçberan a Efrîn û Şehbayê wergirtibûn, dê 8’ê Nîsanê (çarşemê) koma sêyemîn a ji 200 malbatan pêk tê, vegeriya Efrînê. 

Lê li gorî agahiyên nû yên me bi dest xistine, çûyîna koma sêyemîn taloqî rojên pêş bûye û dibe ku koma sêyemîn roja Pênçşemê (9’ê Nîsanê) vegere.

Vegera koçberan a ewle yek ji xalên bingehîn ên Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Şamê de ye.

Heta niha 2 komên koçberên ji Efrînê (ya yekemîn di 9’ê Adara 2026’an de û ya duyemîn 4’ê Nîsana 2026’an) vegeriyan Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbat û di koma duyemîn de jî 200 malbat vegeriyan Efrînê.

(bî)

ANHA