Çekdarekî Heşdî Şabiyê hat kuştin

Heşdî Şabiyê ragihand ku di êrişa li Enbarê de endamekî wan hatiye kuştin.

Çekdarekî Heşdî Şabiyê hat kuştin
7 nîsan, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Heşdî Şabiyê daxuyand ku îro saet di 04.00'an de baregehên Tûgaya 45'an a li naçveya Qaîm a parêzgeha Enbarê hatine hedefkirin.

Heşdî Şabiyê diyar kir ku di êrişê de endamekî wan hatiye kuştin. Lê agahiyên zêdetir der barê êrişê de parve nekirin.

(bb)