’Vebijrêka me berxwedan e’

Çalakgerên li navçeya Eyn Îsayê diyar kirin ku gelên berxwedêr pêşeroja xwe diyar dikin û zarokên wan berhemên wê berxwedanê kom dikin. Çalakgeran destnîşan kir ku teqez wê berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe.

’Vebijrêka me berxwedan e’
’Vebijrêka me berxwedan e’
’Vebijrêka me berxwedan e’
5 ÇILE, 2024   04:35
EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojên 3 û 4`ê Çileyê çalakiyek li Parka Jin li dar xist. 

`VEBIJARKA ME BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN Û EM Ê BI SER KEVIN`

Welatiyê bi navê Iyad El Hemed ê tev li çalakiyê bûye got, dewleta Tirk dixwaze aboriya herêmê têk bibe ji bo ku xelkê wê birçî bike û wan neçar bike ku serî ji siyasetên wê re bitewînin.

El Hemed diyar kir ku gelên berxwedêr zindî ne, pêşeroja xwe çêdikin û zarokên wan berhemê berxwedanê kom dikin. El Hemed got: "Bê berxwedan jiyan nabe û jiyan ji bo gelê li ser axa xwe bindest e tune ye."

Iyad El Hemed  di dawiya axaftina xwe de got, berxwedan û têkoşîn vebijarka wan a û dê bi ser kevin û deverên dagirkirî rizgar bikin.

`BI ÇALAKIYA XWE EM BERXWEDANÊ Û TUNEKIRINA DAGIRKERIYÊ TEQEZ DIKIN`

Welatiya bi navê Zehra Osman a tev li çalakiyê bûye jî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku êrişewlehî û aştiya navneteweyî jî dixe xetereyê.

Zehra aşkera kir ku gelê herêmê aştiyê dixwaze, ji ber wê dê li hember êrişan bisekine.

Zehra wiha berdewam kir: "Çalakiya me delîla berxwedanê ye. Heta serkeftin pêk were û axa dagirkirî rizgar bibe em ê li ber xwe bidin."

Zehra Osman di dawiyê de got ew dev ji axa xwe bernadin û çi bê xwestin dê di oxira têkbirina planên dagirkeriya Tirk de bikin.

(şx)

ANHA