Evîn Cûma: Dewleta Tirk şerê mirovahiyê dike

Endama rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cûma diyar kir ku divê dewleta Tirk a dagirker li ser sûcê ku li dijî gelan dike li dadgehên navneteweyî bê cezakirin û got “Dewleta Tirk li herêmê şerê mirovahiyê dike, jiyana xelkê di xetereyê de ye.”

Evîn Cûma: Dewleta Tirk şerê mirovahiyê dike
5 ÇILE, 2024   07:20
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybet êrişên dawîn, endama rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cûma ji ajansa me re axivî.

Evîn Cûma diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in, rayedarên dewleta Tirk bi awayekî aşkera ragihand ku “ew ê pêdiviyên jiyanê ji bo sivîlan nehêlin”. Bi vê gavê ev çend sal e dixwaze xelkê herêmê ji neçarî koçber bike û wiha got: “Şerê mirovahiyê li herêmê dike û naxwaze aramî li herêmê hebe.”

Evîn Cûma destnîşan kir ku li gorî zagonên navneteweyî diviyabû li şûna pêkanîna êrişan dewleta Tirk a dagirkere sînorê Sûriye-Tirkiyeyê parastiba û wiha dom kir: “Niha hin dever ji herêmê dagirkirî ne û li hin deverên din jî êrişan pêk tîne. Pê re şerê xwe yê birîna avê li ser herêmê jî didomîne. Bi vî awayî sûcên li dijî mirovahiyê dike, rewşa xelkê dixe xetereyê û divê li ser van sûcan li ber dadgehên navneteweyî bê cezakirin.”

‘EM JI BER ÊRIŞAN ZEHMETIYÊ DI BELGEKIRINÊ DE DIKIŞÎNIN’

Evîn Cûma li ser pêvajoyê belgekirina êrişên dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku belgekirin armanceke wan a esasî ye û wiha behsa astengiyan kir: “Em ji ber dijwarbûna êrişan nikarin xwe bigihînin cihê bûyerê, balafirên dewleta Tirk yekser kesên ku diçin cihê bûyeran jî hedef digirin, piştî lêdana yekemîn gelek carên dîtir jî lê dide.

Kesên ku kiryarên dewleta Tirk belge dikin jî çi li Tirkiyeyê bin, çi jî li vir bin, tên hedefgirtin. Van kesan ji xwe re dijmin dibîne.”

‘RAPOR TÊN AMADEKIRIN’

Evîn Cûma destnîşan kir ku ew li ser van êrişan raporên lêkolînên qanûnî amade dikin, sala borî gelek hevdîtin bi birîndaran re; rojnamevan Delîla Egîd, mexdûrên bûyera hedefgirtina rêveberên Kantona Cizîrê û wiha got: “Em wan radestî Komîteya Belgekirina Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sûriyeyê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dikin.”

Endama rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cûma bang li saziyên navneteweyî û Koalîsyonê kir ku li hemberî binpêkirinên ku li dijî gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, bi erka xwe rabin.

ANHA