Dayika Silêman Ehmed:  PDK′ê nahêle kurê xwe bibînim

Sultane Ehmed, dayika rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin, der barê dosyaya kurê xwe de bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destwerdanê bike ku azadiya pêk were.

Dayika Silêman Ehmed:  PDK′ê nahêle kurê xwe bibînim
5 ÇILE, 2024   03:11
HELEB
MIHEMED EBDO

Desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) der barê aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed ê ku ji 73 rojan ve revandiye de, bêdeng maye û nahêle parêzer pê re hevdîtinê pêk bînin. Li hember wê malbata Silêman bi fikar û tirs e.

Dayika rojnamevan Silêman Ehmed, Sultane Ehmed bi rêya ajansa me bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destwerdanê di doza kurê wê de bikin ji ber ku ew jî welatiyekî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Dayika Sultane destnîşan kir ku PDK'ê ji zêdetirî 73 rojan ve nahêlin ew bi kurê xwe re têkiliyê bike.

Sultane Ehmed got: "Kurê min ji zêdetirî 5 salan ve karê rojnamevaniyê li bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê dikir û girtin wî ji aliyê PDK'ê ve bê sedem e. Em banga serbetberdana wî dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Sultane Ehmed ku wêneya kurê xwe hilgirtibû bang li PDK'ê kir ku rê bidin parêzeran ku pê re hevdîtinê bikin û ji berjewendiyên parteytê bi dûr bikevin.

Asayişa Dihokê ya PDK'ê hevdîtina parêzeran bi edîtorê ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed re qedexe kir, parêzeran destnîşan kir ku doza Silêman ji bo saziya Parastin a PDK'ê hatiye veguhastin.

(mh)

ANHA