UNICEF:  Li Xezayê sektora tenduristiyê bi temamî hilweşiye

UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê sektora tenduristiyê li ber hilweşînê ye nemaze ku 18 nexweşxane ji bingeha 36 nexweşxaneyan, dixebitin, derman û pêdiviyên pêwîst kêm in.

UNICEF:  Li Xezayê sektora tenduristiyê bi temamî hilweşiye
7 îlon, 2025   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Herêmî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF), Selîm Iweys ragihand ku piştî bi sedan êrişên Îsraîlê li ser navendên tenduristiyê, sektora tenduristiyê li Xezeyê hema bêje li ber hilweşîneke giştî ye.

Iweys di hevpeyvînekê li gel televiziyona El Memleka ya Urdinê de diyar kir ku li Xezayê rewşa zarokan xerab e, ji bingeha 36 nexweşxaneyan tenê 18 dixebitin. Di êrişan de 746 car navendên tenduristiyê hatin hedefgirtin.

Her wiha berdevkê UNICEF`ê destnîşan kir ku di nexweşxaneyên dixebitin de, kadro û derman gelekî kêm in. Ji ber ku ava vexwarinê peyda nabe û hilweşandina torên kanalîzasyonê nexweşiyên çermê, kezebê reş û nexweşiyên din gelek belav bûne.

Iweys desnîşan kir ku alîkariyên ku di nava destê wan de ne têrker in, her wiha pirsgirêkên lojistîkî û ewlehî dibe kelemek ku xwe bigihînin sivîlan, zirar li ji sedî 95 ji dibistanên Xezayê hatiye û ji sedî 88 jî divê ji nû ve werin sererastkirin.

(ac/şx)

ANHA