Oldarên Hesekê: Divê em hişyar bin û guh nedin fitneyan

Oldaran bal kişand li ser kûrahiya têkiliya di navbera gelan de û bang li hemû pêkhateyan kir ku "Li hember hewldanên fitneyê û sorkirina mezhebî bi hev re tê bikoşin."

Oldarên Hesekê: Divê em hişyar bin û guh nedin fitneyan
8 îlon, 2025   07:15
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Li Sûriyeyê di nava civakê de mijara herî zêde hewl dide ku cûdahiyê di navbera pêkhateyan û mezheban de çêke, fitne û kîndarî ye. Têkildarê ve mijarê oldar ji ajansa me re axivîn.

Endamê Rêveberiya Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Dirbêsiyê Elî Xelîl bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir ku li hemberî hewldanên perçekirinê di navbera civaka Sûriyeyê de hevgirtina xwe xurttir bikin. Her wiha tevahî civak ji bo parastina Sûriyeyê, nakokiyên ku dijîn bidin aliyekê.

Xelîl wiha axaftina xwe wiha domand: "Em dixwazin di nava gelan de biratî çêbibe û pêşiya fitneyê û kînê bê girtin. Pêwîst e em bi zanebûn tevbigerin da ku aramî û ewlekarî di nava civakê de peda bibe. Em guh nedin fitneyan. Em dûrî şerê navxweyî û fitneyê bin û li hember hewldanên fitneyê û sorkirina mezhebî bi hev re tê bikoşin."

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Hevgirtina Al El Beyt Xilûd Şêx jî wiha got: "Em li dijî kîndarî û derxistina tevliheviya di nava pêkhateyên Sûriyeyê de ne.”

Xilûd wiha domand: “Dîtina me ji hêla siyasî û dînî ve di Sûrieyeyê nû de cûda ye. Divê kîn û nefert di nava civakê de neyê çandin û pêkhate bi hev re bijîn. Em dixwazin nefereta di nava civakê de veguherin aştî û biratiyê.” 

Hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê Mihemed Elî jî diyar kir ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mezheb bi hev re dijîn.

Elî wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo aştiyê û hezkirinê di nava civakê de bê avakirin, divê em ji xîtaba kîndariyê û nefrtê dûr bikevin.”

Mihemed Elî destnîşan kir ku divê gelê me guh nedin fitneyan û gotinên madeya dijîtal.

Elî di dawiyê de wiha anî ziman: “Dijmin dixwaze fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêkin. Li hemberê vê divê em hişyar bin û guh nedin van tiştan. Sûriye ya tevahî sûriyeyiyan e ne. Ji bo avakirina welat divê tevahî pêkhate bi hev re yek dest bin."

ANHA