Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 64 hezar û 368 kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de yê ji 7 Cotmeha 2023’an heya niha berdewam in, 64 hezar û 368 kes hatine kuştin û 162 hezar û 776 kes jî birîndar bûne, di nava wan de 387 kes ji birçîbûnê û kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 64 hezar û 368 kes hatine kuştin
7 îlon, 2025   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyên êrişên Îsraîlê yên ku ji 7 Cotmeha 2023’an ve dest pê kirine, zêde bûye, heta niha 64 hezar û 368 kes hatine kuştin û 162 hezar û 776 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku nexweşxaneyan di nava 24 seatên herî dawî de 87 kuştî pêşwazî kirine, di nava wan de termê 4 kesan ji bin kavilan hatine derxistin, 409 kes jî birîndar bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 18`ê Adara 2025’an ve dema êrişên Îsraîlê dîsa dest pê kirin, 11 hezar û 911 kes hatine kuştin û 50 hezar û 735 kes jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê, 31 kes hatin kuştin û 132 kes jî birîndar bûne dema hewl didan debara xwe peyda bikin, bi vê yekê hijmara kesên ji bo “debarê” têne kuştin dibe 2 hezar û 416 kes, 17 hezar û 709 kes jî birîndar bûne.

Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin 5 kes ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan, di nava wan de 3 zarok hene, bi vê yekê ji dema ragihandina birçîbûnê 357 kes ji ber birçîbûnê mirine, di  nava wan de 138 zarok in.

Di dawiyê de wezaretê piştrast kir ku heta niha jî qurbanî di bin kavilan de ne, tîmên rizgarkirina sivîlan û embolans nikarin xwe bigihînin wan.

(ac/şx)

ANHA