Turnuvaya ‘Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re’ bi dawî bû

Turnuvaya futbolê ya “Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re” bi dawî bû. Di turnuvayê de Tîma Cîhad Dêrik bû yekemîn. Turnuva ji bo bîranîna şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di Cotmehê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li dar ket.

Turnuvaya ‘Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re’ bi dawî bû
Turnuvaya ‘Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re’ bi dawî bû
Turnuvaya ‘Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re’ bi dawî bû
Turnuvaya ‘Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re’ bi dawî bû
Turnuvaya ‘Wefadariya bi şehîdên Hemze Begê re’ bi dawî bû
18 mijdar 2023   13:22
QAMIŞLO

8`ê Cotmehê, beriya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Adullah Ocalan bi rojekê, balafirên dewleta Tirk a dagirker akademiya perwerdeyê ya endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li gundê Hemze Begê yê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bombebaran kiribû û di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûbûn û bi dehan jî birîndar bûbûn.

Ji bo bîranîna wan Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Navenda Werzîşê ya Helîq a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê bi dirûşma “Wefadariya bi şehîdên Hemzê Begê re” turnuvaya futbolê 23`yê Cotmehê bi beşdariya 28 tîman ji bajar û bajarokên kantona Qamişloyê dest pê kir.

Duh êvarê, maça dawîn li Stada Şeşgoşe ya Navenda Helîq di navbera Tîma Cîhad Dêrik û Tîma Til Ewr de pêk hat.

Beriya destpêkirina maçê, endamê rêveberiya Navenda Helîq Remadan Remo wiha axivî: “Ji bo bîranîna şehîdan ên ku di oxira pêkanîna ewlehiyê de şehîd bûn, me ev turnuva li dar xist. Çi dibe bila bibe em ê li ser vê axê bin.”

Di maçê de Tîma Cîhad Dêrik bi encama 2-1 bi ser ket.

Dawiya turnuvayê, komîteya amadekar tîma yekemîn û tîma duyemîn, listîkvanê herî baş û golvanê turnuvayê xelat kirin.

(şx)

ANHA