'Meşa Azadiyê’ dest pê kir

Xelkê bajarên Botanê û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ji bo tev li "Meşa Azadiyê" bibin berê xwe dan Amedê û dê li wir bi baskê Amedê re dest bi meşê bikin.

'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
18 mijdar, 2023   12:59
NAVEND NÛÇEYAN

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAD-FED, MEBYA-DER û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" tê lidarxistin. Welatiyên ji Şirnexê û navçeyên di seatên serê sibehê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kom bûn.

Xelkê Botanê li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi Amedê ve bi awayekî girseyî û bi coş bi rê ketin. Girseya ku li Amedê kom bibe wê ber bi Gemlîkê ve bimeşe.   

'EM LI DIJÎ TECRÎDÊ DIMEŞIN'

Beriya ku meşvan derkevin rê, Parlamenterê HEDEP'ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez daxuyanî da. Îrmez wiha got: “Em niha li ser rêya Gemlîkê ne. Ev 25 sal in ku tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan û hevalên wî tê meşandin. Ji ber vê me li dijî tecrîdê dest bi pêngavek nû kir. Ev pêngava me dê berdewam bike. Her çendî astengî hebin jî em ê nesekinin. Weke Botanê em ê ber bi Girava Îmraliyê ve bimeşin. Meşa me wê li Amedê dest pê bike. Daxwaza me ew e ku hemû rêxistinên demokratîk û azadîxwa beşdarî vê meşê bibin û di demek zûtirin de ev tecrîd bê rakirin. Em ji bo azadiyê bimeşin Gemlîkê."

Girse bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji tecrîdê re na" bi rê ket.

RIHA

Li Rihayê jî ji bo tev li Meşa Azadiyê bibin li navçeya Cûrnê Reş civiyan. Heta ku gel amadekariyên xwe temam kir, dirûşmên wek "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" berz kirin. Piştî amadekariyan welatî li wesayîtên xwe siwar bûn û ji bo basê meşê yê Amedê bibin, berê xwe dan navenda Amedê. 

wan
Li bajarê Wanê jî şaxeke din a 'Meşa Azadiyê' gel hatin cem hev. Li kolana Sanat a Taxa Rêya Armuşê (Îpekyolu) gelek kes li hev kom bûn û tevî astengiya polîsan jî dest bi meşê kirin.