2 efserên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarên Derayê û yên Şamê 2 efserên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

2 efserên hikumeta Şamê hatin kuştin
18 mijdar, 2023   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel tevliheviya domdar a li herêmên hikumeta Şamê, vê sibê efserekî ji Lîwaya 61’an a hêzên hikumeta Şamê û ajokerê wî li ser rêya Newa El Şêx Sed a rojavayê Derayê li nêzî sînorên Colanê, ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku efserekî din ê hêzên hikumeta Şamê li ser rêya di navbera bajarê Midemiye El Qelemûn û Cebrûd de li rojavayê Şamê hatiye kuştin.

15`ê Mijdarê jî, di teqîna mayînekê de ku çekdarên nenas li gundê Sikeriye yê Derayê bi cih kiribû, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûbû.

(şx)