Trump bû serokê 47ˋemîn ê DYAˋyê

Îro Donald Trump sonda serokatiya DYAˋyê xwar û bû serokê 47ˋemîn.

Trump bû serokê 47ˋemîn ê DYAˋyê
20 ÇILE, 2025   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hilbijartî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump û serokê demborî Joe Biden gihîştin avahiya Kapîtolê ya ku tê de merasîma sondxwarinê Trump a ji bo serokatiya Amerîkayê li dar dikeve.

JD Vance wek cîgirê serokê DYAˋyê sond xwar.

Donald Trump jî li pêş mezintirîn dadwerê Amerîkî John Roberts sond xwar û bû serokê 47ˋemîn a DYAˋyê. Diviyabû merasîma sondxwarinê li pêş avahiya Kongrsê bihata lidarxistin, lê ji ber serma zêde li hundirê avahiya Kapîtolê hat lidarxistin.

(fr)