QSD: Di navbera hêzên me û Rêveberiya Operasyonên Leşkerî de tu pevçûn derneketin

QSDˋê agahî û nûçeyên der barê pevçûnên navbera hêzên wan û hêzên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî li Dêrazorê de derewandin.

QSD: Di navbera hêzên me û Rêveberiya Operasyonên Leşkerî de tu pevçûn derneketin
20 ÇILE, 2025   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku tevahî nûçeyên li ser pevçûnên di navbera hêzên QSDˋê û hêzên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî (Heyet Tehrîr El Şam) de hatine belavkirin, derew in.

Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hin dezgehên çapemeniyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker nûçe û agahiyên derew parve kirin. Di wan nûçeyan de hat gotin di navbera hêzên me û hêzên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî (HTŞ) li Dêrazorê de pevçûn derketin. Ev nûçeyên hatine parvekirin derew û dûrî rastiyê ne. Ji destpêka guhartinên dawîn ên li Sûriyeyê ve têkiliyên me bi Şamê re hene. Me bi rêya diyalogên erênî aramiyek li tevahî herêman ava kiriye.

Komên çete yên ji bermahiyên rejîma Baasˋê û milîsên Dîfa El Wetenî hewl da li hin herêmên Dêrazorê aloziyê çêbikin. Lê hêzên me bersiv da û ewlehî bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ewlehî vegerand."

(fr)

ANHA