Ji bo xwerêxistinkirin û piştgiriya QSDˋê bang

HPCˋê ya bajarokê Sêgir ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew ji bo parastina bajaran ji xeteriyan piştgiriyê didin QSDˋê.

Ji bo xwerêxistinkirin û piştgiriya QSDˋê bang
20 ÇILE, 2025   21:32
HESEKÊ

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji raya giştî re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de HPCˋê li hember êrişan û parastina gund û bajaran piştgirî da QSDˋê.

Daxuyanî li gundê Çolbistan ê bajarê Sêgir ji hêla Heysem Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev roj ji bo pêşeroja Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser rojên dîrokî yên girîng in. Rejîma Baasˋê ya ku 61 sal ji desthilatiyê dom kir, hilweşî û tu guhartinên demokratîk pêk neann û xwestekên gelan di ber çavan re negirtin, pêdiviyên bingehîn ên siyasî, civakî, aborî û çandî yên gelê Sûriyeyê bi cih neanîn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev valahiya piştî hilweşîna rejîmê firset girtin û êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku koçberên Efrînê yên li Şehba û xelkê Minbicê di zul û çewisandinê re derbas bûn, milkên wan hatin talankirin, jin hatin revandin û tevahî sûc li dijî wan hatin kirin. Lê hîna bombebaran û topbaranên hovane li dijî bajar û gundên herêmê tên kirin û krîza Sûriyeyê didome. Tevî ku hêza leşkerî ya li Şamê bi cih bûye îdia dike ku ew ê bibe rêveberiya altarnatîf, lê ew wek gel dê parastina xwe bikin û ewlehiya xwe radestî hêzeke bi dewleta Tirk a dagirker re tevkar e û azadiya jinê paşguh dike, nakin.

Her wiha hat gotin ku QSDˋê ya ku ji tevahî xort û keçên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr û Suryan pêk tê hêza yekane ya parastina rewa ya herêmê ye. Niha jî QSDˋê li dijî faşîsta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke mezin û lehengane dimeşîne. Ji bo parastina herêmê û piştgiriya QSDˋê bi dehan endamên HPC, HPC-Jin bi QSDˋê û YPJˋê re li eniyan şer kirin. Ev yek jî nîşan dide ku QSD, YPJ û YPGˋê nûnertiya wan dike û ew hemû QSDˋê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelê herêmê hat kirin ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin û tev li Hêzên Xweparastinê bibin da ku ji bo nifşên nû welatê xwe biparêzin û pêşerojeke geş ava bikin.

(fr)