Trajediya li Xezayê û xefika mezhebî rojeva rojnameyên erebî ye

Çavdêran da zanîn ku tişta li Xezayê dibe komkujî ye, dinya jî bê deng e. Her wiha li Sûriyeyê  Ehmed El Şerî rejîma berê bi rûyekî sivîl ji nû ve ava dike.

Trajediya li Xezayê û xefika mezhebî rojeva rojnameyên erebî ye
26 tîrmeh, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro der barê rewşa mirovî ya dijwar a li Xezayê û pevçûna mezhebî ya li welatên Ereban û rewşa li Sûriyeyê de nivîsîn.

Rojnameya Îmaratê El Beyan daxwaz ji Yekitiya Ereban kir ku helwesteke radîkal li dijî  pirsgirêka mezhebî bigire û mezhebperestiyê wek "nexweşî" bi nav kir.

Rojnameyê diyar kir ku pevçûnên dijwar ên li herêmê, ji Iraqê heta Lubnan, Sûriye û Yemenê, ji ber arîşeyên mezhebî hatine gurkirin ku bûne sedema hilweşîna qadên perwerde, tenduristî û geşepêdanê.

Her wiha da zanîn ku mezhebperestî ne tenê amûreke navxweyî ye ji bo cudakarî û parçebûnê, di heman demê de bûye sedem ji bo destwerdana derve bi hinceta parastinê. Her wiha da zanîn ku bêdengiya li hember xîtaba mezhebî, bûye sedema wêraniyê.

El Beyan tiştê ku li Xezayê diqewime wek "jenosîda sîstematîk" bi nav kir û daxuyaniyên Francesca Albanese ya raportora taybet a NY’yê ya li Xezayê bi bîr xist ku wê got kiryarên hikumeta Netanyahu dikevin kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê.

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Îsraîlê rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî digire û bombebarana ketober wek amûreke birçîkirinê û tirsandinê bi kar tîne. Rojnameyê wiha pirsî: “Gelo Netanyahu cudahiya di navbera  şerê li dijî Hemasê û qirkirina gel de dizane?”

Rojnameya El Xelîc Xeza wek "mezintirîn qirkirina mirovan di serdema nûjen de" bi nav kir ku rojane bi dehan kes lê têne kuştin û dibistananên zarokan, bazar û stargeh têne bombebarankirin. Rojnameyê rexne li civata navneteweyî kir û destnîşan kir ku qanûnên navneteweyî bûne "paçekî riziyayî" û li dijî sivîlan komkujî têne kirin bêyî ku cîhan dengê xwe bike.

Rojnameya El Quds El Erebî jî nivîsî ku rejîmên Ereban bi awayekî nerasterast der barê karesata li Xezayê de berpirsyar in, ji ber ku di hêla stratejîk de têk çûn.

Rojnameyê diyar kir ku ger rejîmên Ereban çarenûsa xwe radestî welatên Rojava nekiria vê trajediyê dewam nedikir û projeya siyasî nedibû amûreke ji bo domandina desthilatdariyê, li şûna pêşvebirina dozên neteweyî.

Der barê rewşa Sûriyeyê de heman rojnameyê pirsî "Kê Esed têk bir?" û bal kişand ser "pêvajoya qonaxa derbasbûnê ya li Sûriyeyê piştî ku Ehmed El Şarî hat ser desthilatdê".

Rojnameyê destnîşan kir ku tiştê wekî veguherîneke demokratîk xuya dike, di rastiyê de "ji nû ve sepandina desthilatdariyê" ye, bi rêya ji nû ve ferzkirina heman navendîbûnê ye, lê bi zimanekî nû ye. Rojnameyê di vê derbarê de balê dikişîne ser "nebûna destûrê û serdestiya serokatiyê li ser hemû saziyên sereke yên dewletê.”