Li bajarê Zahîdan a Îranê êrîşa çekdarî

Di danê sibehê de komek çekdar êrişî avahiya Dadgeha Zahîdan ya Îranê kirin û di encamê de hejmarek dadwer û karmendên dadgehê hatin kuştin. Lê nasnameya êrişkaran nehatiye eşkerekirin.

Li bajarê Zahîdan a Îranê êrîşa çekdarî
26 tîrmeh, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, vê sibehê komek çekdar êrişî avahiya dadgeha bajarê Zahîdan a Îranê kirin.

Hate diyarkirin ku di encama êrişê de hejmarek dadwer û karmendên dadgehê hatin kuştin.

Lê heta niha di derbarê nasnameya kes û aliyên li pişt êrişê de, ti agahî nehatine belavkirin.

Bajarê Zahîdan dikeve sînorê parêzgeha Sistan û Belucistan. Niştecihên Sunnî lê dijîn. Yek ji wan cihên ku pirsgirêkên ewlehiyê yên berdewam, şer û alozî lê tê jiyankirine.