NY: Hevdîtinên têkildarî  ezmûnên xwendekarên ji Siwêdayê negihiştin tu encaman

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûriyeyê ragihand ku hevdîtinên der barê lidarxistina ezmûnên xwendekaran li Siwêdayê  de negihiştin tu encaman.

NY: Hevdîtinên têkildarî  ezmûnên xwendekarên ji Siwêdayê negihiştin tu encaman
2 hezîran, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh şandeyek NY`ê, bi Şêx Hikmet  El Hicrî re civiya û li ser hin mijarên têkildarî rewşa li Parêzgeha Siwêydayê, bi taybetî mijara xwendekaran û mekanîzmaya birêvebirina ezmûnên dawîn, gotûbêj kir.

NY‘yê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek kurt de. Di daxuyaniyê de hate gotin "Neteweyên Yekbûyî der barê rêbazên piştgiriya xwendekarên Siwêdayê di ezmûnên dawîn de hevdîtin pêk anîn. "

NY`ê diyar kir ku tevî van hevdîtinan, her du alî - hikûmeta demkî û Şêx Hikmet El Hicrî - nekarîn astengiyên heyî derbas bibin. Her wiha destnîşan kir ku hikûmet dê ezmûnan li Parêzgeha gundewarê Şamê berdewam bike.

Wezareta Perwerde û Fêrkirine ya hikûmeta demkî 14'ê Gulanê biryarek dabû. Li gorî wê, dê ji bo xwendekarên refên 9 û 12  (Wêje, zanistî û pêşeyî) yên ji Siwedayê navendên ezmûnan li parêzgehên Şam û gundewarên Şamê werin vekirin. Wezaretê ev biryar bi îdiaya ku 'Siwêdayê ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle were kirin' da. Şêniyên Siwêdayê bi xwepêşandan nerazîbûn nîşanî biryar dan û diyar kirin ev biryar barê zêdetirî 13 hezar xwendekaran giran dike, di heman demê de mercên ewlehî û debarê jî giran e. Şêniyan xwestin ev biryar were betalkirin.

(k)