Rûsyayê êrişeke berfireh bire ser Ukraynayê: 10 kuştî, 100 birîndar

Hêzên Rûsyayê êrişeke berfireh a bi moşek û dronan bire ser Ukraynayê. Di encamê de 10 kes hatin kuştin û derdora 100 kes birîndar bûne.

Rûsyayê êrişeke berfireh bire ser Ukraynayê: 10 kuştî, 100 birîndar
2 hezîran, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê îro êrişeke berfireh a bi moşek û dronan bire ser herêmên Ukraynayê ku Kîev, Dnipro û Xarkîv jî di nav de bûn. Di encamê de 10 kes hatin kuştin û derdora 100 kesî jî birîndar bûne.

Rayedarên Ukraynayê got teqînên dijwar bûne sedema şewatan û hilweşîna hin avahiyên niştecihbûnê. Li gorî tîmên rizgarkirinê, li Kîevê mirov di bin kavilan de asê mane.

Hêza Parastina Hewayî ya Ukraynayê daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û ragihand ku "Rûsyayê bi şev 656 dron û 73 mûşek avêtin. Ev êriş yek ji êrişên herî berfireh ên ji çend mehan ve ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmareke mezin a mûşek û dronan hatin astengkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku artêşê li baregehên leşkerî yên Ukraynayê û binesaziya girêdayî artêşê ya enerjî û veguhastinê xistiye.

Li gorî rayedarên Rûsyayê, parzûngeha petrolê ya li herêma Krasnodar a li başûrê Rûsyayê bû hedefa êrişa dronan.

(bb)