Li Hesekê bihayê her ampêreke jeneratorên xizmetê bû 20 hezar lîre

Meclisa Bajarê Hesekê ji bo jeneratorên xizmetê yên ku rojane 8 saetan di nav bajêr de dixebitin, bihayê her ampêrekê 20 hezar lîre dstnîşan kir.

Li Hesekê bihayê her ampêreke jeneratorên xizmetê bû 20 hezar lîre
7 tîrmeh, 2026   18:57
HESEKÊ

Meclisê îro, piştî civînek ku Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Gel û xwediyên jeneratorên taybet tê de beşdar bûn, Giştînameya Hejmar (3) derxist. 

Di biryarnameyê de hat destnîşankirin ku bihayê yek amperê ji bo jeneratorên ku rojane 8 saetan dixebitin 20 hezar lîre be.

Bihyê her amprekê mehên berê 15 hezar lîre bû.

(k)

ANHA