‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’

Şêniyên bajarê Hesekê û gundwarên Hesekê sersaxî dan malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Ebid El Hadî û gotin tenê bi rêya domandina têkoşînê dikarin xwedî fedakariyan şehîdên xwe derbikevin.

‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
‘Tinê domandina têkoşînê em dikarin xwedî şehîdan derbikevin’
12 hezîran, 2024   14:23
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundên girêdayî bajêr tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Ehmed El Ebid El Hadî bûn û sersaxî dan malbata wî. 

Şehîd Ehmed El Ebid El Hadî 9`ê Hezîranê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bû û duh li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate oxir kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala malbata şehîd a li gundê Ricman ê bajarê Hesekê veda.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Şeyma El Eqra di merasîmê de axivî û behsa rola şehîdan, avakirina welatan û parastina destkeftiyan kir.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî axivî û behsa taybetmendiyên şehîd El Hadî kir û got: "hadî bi fedakarî û cesaret bû, ji bo parastina ewlehiyê û rûmeta sûriyeyiyan, fedakariyên mezin kir."

Her wiha wesîqeya şehadeta şehîd Ehmed El Ebid El Hadî di merasîmê de hate xwendin û radestê malbata wî hat kirin.

(şx)

ANHA