Desteserkirina îradeya gelê bakurê Kurdistanê tê şermezarkirin

Şêniyên Dirbêsiyê siyasetên desthilata Tirk û hewldanên wê ji bo desteserkirina vîna gelê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Desteserkirina îradeya gelê bakurê Kurdistanê tê şermezarkirin
12 hezîran, 2024   14:58
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, endamên sazî, meclis, tevgerên ciwanan, jinan ji bo Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Li dijî vê daxuyaniyek dan.

 Hevserokê Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de serkeftina gelê Bakurê Kurdistanê ya di hilbijartinên şaredariyan de bi dest xistiye, hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker li hember serkeftina gelê Bakurê Kurdistanê xwe  ranegirt û êrîşên şaredariyên kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber siyasetên derqanûnî û yên hovane û çewisandina azadiya, çalakvanên siyasî û rojnamevanan, Erdogan di hilbijartinan de bi bin ket.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li dijî vîna gelên Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî, komîteyên mafên mirovan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û siyasetên Erdogan bi dawî bikin.

(şx)

ANHA