Til Evîv: Agirbest heta Înê nakeve meriyetê

Hate ragihandin ku peymana agirbestê ya navbera Îsraîl û Hemasê wê heta roja Înê nekeve meriyetê.

Til Evîv: Agirbest heta Înê nakeve meriyetê
23 mijdar, 2023   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya rayedarên Îsraîlê, peymana agirbestê ya navbera Îsraîl û Hemasê ku di berdêla 150 mehkûmên Fîlîstînî de berdana 50 dîlgirtiyan ferz dike, wê heta roja Înê nekeve meriyetê.

Hikumeta Îsraîlê peyman roja Çarşemê erê kiribû. Rayedarekî Fîlîstînî jî diyar kir ku ji ber hevdîtinên 'kêliya dawî' yên li ser mijara 'navên dîlgirtiyên Îsraîlî û radestkirina wan li aliyekî sêyemîn' hatiye taloqkirin.

Rayedar got, "Bi koordînasyona Qatar, Misir û Emerîkiyan di saetên bê de divê were eşkerekirin ku agirbest wê kengî bikeve meriyetê."

Heman rayedarî got, "Hemas wê 10 jin û zarokên dîlgirtî yên kêmî 19 salî berde û di heman demê de wê 30 mehkûmên Fîlîstînî bêne berdan. Peyman wê bi vî rengî dewam bike."

Rêxistinên civakî yên sivîl agirbesta 4 rojan a navbera Hemas û Îsraîlê weke 'agirbestekê' pênase dikin, lê diyar dikin ku weke 'agirbesteke mirovî' nikare bê pênasekirin.

Handicap International, Action contre la Faim, Amnesty International, Médecins du Monde, Oxfam û Save the Children ji bo agirbesteke lezgîn û mirovî bang kirin.

Li gorî rêxistinên civakî yên sivîl, ev agirbesta demkî ji bo bersiva li krîza mirovî ya li Xezeyê têrê nake.