Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir

Şêniyên herêma Firatê dest bi berhevkirina zeytûnan û guvaştina wan kir. Rêveberiya Xweser jî, buhayê guvaştinê diyar kir.

Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir
Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir
Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir
Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir
Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir
Berhevkirina zeytûnan li herêma Firatê dest pê kir
23 mijdar 2023   13:00
KOBANÊ

Şêniyên herêma Firatê, gelek cureyên darên zeytûnê diçînin. Li herêmê ‘zeytûna xilxalî’ ya herî serkeftî ye, ji ber ku tehemulî rewşên hewa yên dijwar dike. 

Li gorî cotkaran, mewsima îsal ji ya par baş bû, ji ber ku baran baş bariya.

Rêveberiya Xweser jî heqê guvaştina tonê zeytûnan bi 63 dolarî diyar kir. Par heqê wê 45 dolar bû.

Cotkarê bi navê Xalid Heyder, hezar darên wî yên zeytûnê li gundê Ziravîkê yê Kobanê hene û xwediyê guvaştgeha Ziravîkê ye. Salê 100 teneke zeytê ji darên xwe bi dest dixe. Têkildarî mewsima îsal got: “Îsal mewsim baş e. Baran jî baş bariya û bi awayekî erênî bandor li mewsima zeytûnan kir.”

Heyder got behevkirina her kîloyekê bi 500 lîreyî ye û wiha domand: “Destheqê karkeran rojê 40 hezar lîre ye. Kîloya zeytûnê di navbera 9 hezar û 11 hezar lîreyî de tê firotin.”

Li gor Heyder, pêwîstiya darên zeytûnê bi eleqedariyê heye, ji bo ku berhema wan baş be.

Desteya Çandiniyê ya herêma Firatê jî diyar kir ku 17 hezar hektar bi darên cuda wekî zeytûn, fêkî û fistiq hatine çandin.

(şx)

ANHA