SOHR: Di êrişa Îsraîlê de 4 endamên Hizbullahê hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma Seyde Zeyneb a li gundewarên Şamê de, 4 endamên Hizbullaha Lubnanê hatin kuştin.

SOHR: Di êrişa Îsraîlê de 4 endamên Hizbullahê hatin kuştin
23 mijdar, 2023   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî herêma Behdîle ya Seyde Zeyneb a gundewarên Şamê de, 4 endamên koma Hizbullah a Lubnanê hatine kuştin.

Îsraîlê duh jî saet derdora 15:10`an ji aliyê Colanê ve hin noqteyên li derdora Şamê bombebaran kiribûn.

(c)