Til Avîvê ji bo agirbesta li Lubnanê pêşnumayek weşand

Desteya Ragihandinê ya Îsraîlê ji bo agirbesta li Lubnanê pêşnumayek pêşkêş kiraşkera kir. Desteyê da zanîn ku di pêşnumaye de banga şerê li Lubnanê û Îsraîlê dike.

Til Avîvê ji bo agirbesta li Lubnanê pêşnumayek weşand
30 cotmeh, 2024   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî diyar kiribû ku ew bi hêvî ye di navbera çend saetan an jî çend rojan de li Lubnanê agirbestek pêk were.

Desteya Ragihandinê ya Îsraîlê vê êvarê ji bo agirbesta li Lubnanê pêşnumayek pêşkêş kir. Her wiha di pêşnumaye de hat destnîşankirin divê şerê li Lubnan û Îsraîlê were sekinandin.

Di dewama pêşnumaye de hate bibîrxistin ku artêşa Lubnanê berpirsê pêkanîna lihevkirina li başûrê Lubnanê ye.

Dipêşnumaye de hat diyarkirin ku Amerîka û hêzên navneteweyî dê destekê di her alî de bidin artêşa Lubnanê. Îsraîl mafdar e li hember gefên li dijî wê di aliyê leşkerê de bi hevkariya Amerîkayê tev bigere. Piştî agirbest pêk hat, dê Îsraîlê di navbera 7 rojan de hêzên xwe ji Lubnanê vekişîne û li şûna wê artêşa Lubnanê cih bigire.