Til Avîv: Divê Guterres îstîfa bike

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê daxuyaniyên sekreterê giştî yê NY′yê Guterres ên têkildarî şerê Hemas-Îsraîlê şermezar kirin. Hemwextî wê nûnerê Îsraîlê yê NY′yê banga îstîfakirina Guterres kir.

Til Avîv: Divê Guterres îstîfa bike
25 cotmeh, 2023   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ′binpêkirinên qanûnên navneteweyî′ yên li Xezayê şermezar kirin û banga agirbestê kir. Di heman demê de Îsraîl êrişa li dijî Xezayê didomîne û parçebûnek di nava Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de heye.

Wezîrên karên derve yên Ereban tevî hempîşeyê xwe yê Filîstînê Riyad El Malikî yek helwest nîşan da û armanca wan yek e; agirbest û garantiya derbaskirina alîkariyên mirovî bi awayekî berfireh ber bi Xezayê ve.

EREB HIŞYAR DIKIN

Ereban hişyarî da ku ger sedemên bingehîn ên şerê Îsraîl-Filistînê neyên çareserkirin dê tundrawî zêde bibe û dibe ku li tevahî herêmê belav bibe.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan şeva berê got gelê Filistînê di bin topbaran û dorpêçê de ye û civata navneteweyî bê deng e.

Bin Ferhan di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de li ser pêşdeçûnên li Xezayê hişyarî ji karesateke mezin ku li herêmê tevahî belav bibe, da.

Bin Ferhan anî ziman ku Konseya Ewlehiyê li ser dayîna biryarekê ku şerê li Xezayê bi dawî bike, aciz e.

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî jî ji Konseya Ewlehiyê re got konsey du caran civiya kê nekarî biryarekê bide yan jî banga agirbestê ji bo bidawîkirina şer bike.

Wezîrê karên derve yê Filistînê Riyad El Malikî jî got hewlnedana Konseya Ewlehiyê ji bo pêkanîna yek helwestê li hember şerê Îsraîl-Hemasê nayê qebûlkirin.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî jî banga gihandina alîkariyên lezgîn ji filistîniyên li Xezayê re kir.

PROJEYEKE NÛ

Li aliyekî din jî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir ku piştgiriyê bide projeya biryarê ya nû ku welatê wî amade kiriye û got ew helwestên endamên konseyê yên di van rojên dawîn de di ber çavan re derbas dikin.

Li gorî AFP′ê projeya biryarê ya nû ew e ku mafên her dewletekê ya xweparastinê heye û banga pabendbûna qanûna navneteweyî hate kirin.

Her wiha proje banga taloqkirina kiryarên topbaranê yên ji bo armancên mirovî dike, da ku alîkariyên mirovî derbas bin, lê banga agirbestê nehat kirin.

Blinken got ne endameke vê konseyê ne jî dewletek serjêkirina gelê xwe qebûl dike.

Rûsya jî ku endamê daîm ê Konseya Ewlehiyê re û mafên wê yê nerazîbûnê heye, projeya biryarê ya Amerîkayê red kir.

Balyozê Rûsyayê yê li gel NY′yê Vasily Nebenzia ji Konseya Ewlehiyê re got cîhan tevahî ji Konseya Ewlehiyê texmîn dike ku banga agirbestê yên bê şert bike.

Sekreterê gitşî yê NY′yê Antonio Guterres jî di civîna konseyê de got parastina welatiyan nayê wateyê ku biryar li hember zêdetirî milyon kes bê dayîn ku malên xwe terk bikin û ber bi başûr ve biçin; ku li wir ne cih, ne xwarin, ne av, ne derman ne jî sotemenî heye û dûre jî li başûr bi xwe jî werin topbarankirin.

Guterres anî ziman ku êrişa Hemasê ji valahiyê nehat û diyar kir ku gelê Filistînê ji zêdetirî 75 salan di dagirkeriyê re derbas dibe û got: "Ya girîng em bizanin ku êrişên Hemasê ji valahiyê nehatin. Gelê Filistînê di dirêjahiya 56 salan de di dagirkeriyeke xeniqandî re derbas dibe. Li pêş çavên xwe dîtin xakên wan tên dagirkirin û tundî lê tê kirin, her wiha tundiya aborî jî tê kirin. Dûre ji xakên xwe koçber bûn, malên wan hatin wêrankirin. Hêviyên wan ên gihandina çareseriyeke siyasî têk çûn."

′REXNEYÊN ÎSRAÎLÊ′

Li aliyekî din jî wezîrê karên derve yê Îsraîlê Eli Cohen rexneyên Guterres ên têkildarî topbaranên Îsraîlê li dijî Xezayê şermezar kirin û di civîna taybet a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de got: "Birêz Guterres tu di kîjan cîhanê de dijî?”

Balyozê Îsraîlê li gel NY′yê Gilad Erdan banga îstîfakirina Guterres kir û li ser X′ê got sekreterê giştî yê NY′yê ku têgihîştineke der barê hemleya qetilkirina komî ya zarokan, jinan û temenmezinan nîşan dide ji bo rêveberiya NY′yê ne guncaw e.

(fr)