Paulo Pinheiro: Dewleta Tirk li Rojava êrişî sivîlan dike

Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NY’yê Paulo Pinheiro diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî gelek cih û warên sivîlan ên li Rojava dike û êrişan bandor li jiyana bi sed hezaran sivîlan kiriye.

Paulo Pinheiro: Dewleta Tirk li Rojava êrişî sivîlan dike
25 cotmeh, 2023   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rûniştina 78'an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de serokê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Sûriyeyê ya NY’yê Paulo Pinheiro axivî û anî ziman ku şerê li Sûriyeyê gihaştiye asta herî nebaş a salên dawîn û ji bo sivîlan encamên giran bi xwe re anîne. 

Pinheiro got: “Li Sûriyeyê şerê herî giran ê 4 salên dawîn diqewime. Careke din sivîl tên qetilkirin.”

Paulo Pinheiro kuştina sivîlan a li akademiya leşkerî ya Humsê bi bîr xist ku 5'ê Cotmehê êriş lê hatibû kirin û diyar kir ku piştî van êrişan hikumeta Şamê Idlib bombebaran kir û bi sedan sivîl hatin kuştin.

Pinheiro anî ziman ku dewleta Tirk jî bombebaraneke giran li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de kir û got: "Di van êrişan de stasyonên av û elektrîkê hatin xerakirin. Vê yekê bandor li sed hezaran sivîlan kiriye."

Pinheiro destnîşan kir ku ji bo dawî li şerê li Sûriyeyê bê anîn, divê civata navneteweyî bi rola xwe rabe.