Çete şunwarên Serêkaniyê talan dikin 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li Serêkaniyê kuştin, dizî û hovîtiyê dikin, niha jî şunwarên bajêr dikolin, talan dikin.

Çete şunwarên Serêkaniyê talan dikin 
25 cotmeh, 2023   14:17
HESEKÊ

Li gorî zanyariyen Navenda Şopandin û Belgekirina Binpêkirinan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, çeteyên komên bi navê Emşat û Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li 2 taxên Serêkaniyê, li cihên dîrokî dest bi kolandinan kiriye.  Hat gotin ku çeteyan li 2 malên welatiyên Kurd ên koçber bûne jî, dest bi kolandinê kiriye.

Çeteyan her wiha li Girê Fexeriyê yê dîrokî ku li başûrê bajêr e jî dest bi kolandinê kir.

Hat diyarkirin ku çeteyên ′Emşat′ duh bi fermana serçeteyên xwe yên li Serêkaniyê li van deran nobedariyê dikin û nahêlin tu kes biçe wan deran.

(fr/a)

ANHA